
êzîdxan music - dexîl osman - tu li berbenê lyrics
Loading...
dexîl osman + tu li berbenê 2022
tu li berbenê û ez li berbenê
xwişîn hat ji mişara
cirkîna bazinê desta
wan xirxal û guhara
(2x)
ev bêbextê cînarê me
tebra dîmî guhdare
(2x)
were da em hev bibînin
li bin darêd qewala
(2x)
++
tu li berlatê û ez li berlatê
xizêm şor belûbabû
melhef ji ser paxil firî
girkê cêwî xweya bû
(2x)
herdo çavêd min fedî kir
û kêf li dil de peyda bû
(2x)
qefilî û lephilnanî
wekî şîva gura bû
(2x)
++
deşt û rûbarêd şingalê
û dehlêd çêlka li şemalê
dikêd tûtina kersê
heta bi gêdûka barê
(2x)
ez ne poşmanim bikim qelen
bidime babê delalê
(2x)
carekê ez bibim mêvan
li ‘ofa karxezalê
(2x)
peyv û awaz û gotin: dexîl osman
Random Lyrics
- yxbby - slide lyrics
- giogio (rap) - no name (freestyle) lyrics
- 6'10 (folk) - da boss lyrics
- t.k. choppa - fly! lyrics
- kale mr. party - pegaíto lyrics
- her ex - kindergarten lyrics
- youniqueness (younique) - purple waves lyrics
- noah de wild - girl lyrics
- juanita du plessis - alles wat daar was lyrics
- iasu - used2knowcrazy lyrics