azlyrics.biz
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

ciwan haco – hay lê lyrics

Loading...

rista mina ji gewhera
ronî didî rengê çira
bira nadî destê bira

min rekire ji dosta xwere

hey lê hey lê
şev û rojan ez di meylê

çavên belek çi mêrkujin
lêvên disor çi xwînmijin
bisk û kezî çi xwînrijin
dêm û enî pir paqijin

hey lê hey lê
şev û rojan ez di meylê

rabe ser xwe dilovanê
em derkevin ji zîndanê
dest bi deste te hozanê
da em herin kurdistanê

hey lê hey lê
şev û rojan ez di meylê

tu şerînî pir ciwanî
lêv ji sorê erxewanî
kê bi vî rengi tu anî
wer di nav destê min danî

hey lê hey lê
şev û rojan ez di meylê



Random Lyrics

HOT LYRICS

Loading...