azlyrics.biz
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

serhado – çima na lyrics

Loading...

(dîsgotin)
dilê min te dixwazê ê te nexwazê
dûr û dirêj neke hema bêje na (nebê na ha:)
lê eger bixwazê çima dilê min dihêlê?
li ba min ba çima nabe, çima na.?

ne sibê ne êvara, ji bîr nakim wan xeyalan
xeniqîm, di nava çala wan çava de
keçê ma ev hal e? li benda bersivan
bîstûçar seata bala min li ser whatsapp e
dinêrim li wêneyan, dîsa dixwînim peyaman
lê nizanim bixwînim wan sinyalan
sibata har e bê eyar e, îro germ e sibe sar e
melekek bê îman e, hem derd e hem derman e
yar e yan neyar e, ne diyar e, bê biryar e
em ma ne di mal de ji ber ku ma ye di nav de
ez hewa me, tune me ku neyêm li hesaban
lê hema dema hewce me.. çima na?

(dîsgotin)
dilê min te dixwazê ê te nexwazê
dûr û dirêj neke hema bêje na (nebê na ha:)
lê eger bixwazê çima dilê min dihêlê?
li ba min ba çima nabe, çima na.?

ma ji xwedê natirsê? çima li min napirsê?
hişê min jê nagerê, dilê min jê naqetê
pey ketim dîsa, dîsa digerim dora wê
bûm hingûlîska ser tiliya wê dizîvirê
dilê min narê şîvê, dilê min narê taştê
bê tehma vê evînê, bê dims e nava mastê
biaqil e û dîn e, hem tehl e hem şêrîn e
gotinê wê şorin.. kî dilê wê hiştiye?
jê re sekinî me lê dereng tê weke trêna
min got çi? wê got çi? uf meyzêne
wallah nêta paqij e, ka wê şûrê daîne
min got sar e, min germ bike..
min negot bişewitîne
da me dû dû, dûvika wê dirêj e
zû rû nade, tiştekî bêje
wek moza ma me pê ve, şerbeta wan lêva
çav tenê lê ne, li bin dara sêva

lê digerim nava fala li civatên mitfaxa
nava dûmana cixara, çavan di fincana de
qehwa li ser qehwa dî lê xuya nake di nav de
wê çawa cêbe? (xwedê zanê) ew jî zanê çawa!?
çawa min kire kole û dilê min dagir kir
çawa min anî hole, hem jî dibê nizanim?
tu zane çi dixwazim hê jî li benda bersiv im
ez dixwazim hembêza te bibe mala min
heya kengî ezê herim werim?
herim werim, herim werim, herim.. newim?
temam meyzê herim venagerim ha..
em binêrin tê çi bike, heydê bi xatirê te

min gotibû merheba ji te re?

(dîsgotin)
dilê min te dixwazê ê te nexwazê
dûr û dirêj neke hema bêje na
lê eger bixwazê çima dilê min dihêlê?
li ba min ba çima nabe, çima na.?



Random Lyrics

HOT LYRICS

Loading...